Haydar Şahin
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
İSTANBUL
Vê hefteyê 3yên wan xwemalî 9 fîlm ew ê li sînemeyên Tirkiyeyê têkevin vizyonê.
Fîlma "Bombeya Çur" a ku tê da Charlize Therona lîstikvana ji Efrîqaya Başûr û James McAvoy, John Goodman, Sofia Boutella û Bill Skarsgard dilîzin di nav fîlmên vê hefteyê yên herî biîdia da cî digire.
Di fîlma ku derhêneriya wê David Leitch kir da qala serpêhatiyên Lorraine Broughtona sîxura jîr a MI6a servîsa îstixbaratê ya Îngiltereyê dikin.
Çîroka fîlma "bombeya Çur" ji xêzeromana "The Coldest City" ya ku Kurt Johnstad amade kiribû hatiye hildan.
- "Valerîan"
Di fîlma "Valerîan"ê da Dane DeHaan, Cara Delevingne, Ethan Hawke, Clive Owen û Rihannaya sitranbêja popê dilîzin.
Derhêneriya fîlmê Luc Besson dike û çîroka fîlmê ji xêzeromana "Valerian ve Laureline"yê hatiye girtin. Fîlm qala sedsala 28an dike.
- "Duzenbazên Bêpergal"
Di fîlma "Duzenbazên Bêpergal" a ku derhêneriya wê Îbrahîm Vurmaz dike da qala meseleyên kenok ên tên serê Mumtaz û Ziya dikin.
Fîlm li Kirikkaleyê hat kişandin û di fîlmê da Omer Gecu, Metîn Keçecî, Îbrahîm Vurmaz, Buket Efecan û Ozkan Ayalp dilîzin.
- "Koleja Har"
"Koleja Har" a fîlma xwemalî di cureya fîlmên kenokê da hatiye kişandin û di fîlmê da qala çîroka Niyazî dikin. Niyazî ji gund hatiye û li kolejê dixwîne, hevalên wî raserê wî dikevin û di rûyê hevalên xwe da Niyazî dev ji xwendinê berdide. Xwendekarên polê serkeftî nînin û ji halê wan ra li çereyekê digerin.
Derhêneriya fîlmê Ahmet Kapucu dike û di fîlmê da Alper Rende, Mustafa Topaloglu, Metîn Yildiz, Serkan Kuru û Oya Aydogana ku par miribû dilîzin.
- "Cin Ayet-î Aşk"
Cureya "Cin Ayet-î Aşk"ê fîlma tirsandinê ye, Elîf û Selîmê zewicî derdikevin rêya gund û qezayê derbas dikin û heyat li wan dibe kureder.
Derhêneriya vê fîlmê Ahmet Kuçukkayali dike û di fîlmê da Emre Kivilcim, Funda Bostanlik, Gulçîn Tunçok, Humeyra Aydogdu û Zeynep Ulku Kam dilîzin.
- "Churchill"
Derhêneriya fîlma "Churchill" Jonathan Teplitzky dike û di fîlmê da qala rewşa siyasî ya li dorê û têkoşîna ku Winston Churchillê Serokwezîrê Îngiltereyê di dema Şerê Normandiyayê da dide dikin.
Di fîlmê da Brian Cox, Miranda Richardson, John Slattery, Ella Purnell û Julian Wadham dilîzin.
- "Xizmetkar"
Mijarên fîlma "Xizmetkar"ê di sala 1930yî da li Kore û Japonyayê derbas dibin.
Derhêneriya fîlmê Park Chan-wook dike û di fîlmê da Ha Jung-woo, Kim Min-hee, Kim Hae-sook, Cho Jin-woong û Kim Tae-ri dilîzin.
- "Dawid û Calut: Şerê Baweriyê"
Di fîlma "Dawud û Calut: Şerê Baweriyê" ya ku derhêneriya wê Wallace Brothers dike da Matt Berberi, Michael Wayne Foster, John Knox, Rodger Halston û Devin Brooke dilîzin.
Di fîlmê da qala têkoşîna Dawud pêxemberê ku di Quranê da derbas dibe û Calutê fermandarê artêşa Filistînê yê ku tirs xistiye nav dilê gel dikin.
- "Çeteya Daristanê"
Derhêneriya fîlma "Çeteya Daristanê" David Alaux dike di fîlmê da qala serpêhatiyên Mauriceyê penguen e ku bi destê pilingekî hatiye perwerdekirin dikin.
Muzika fîlmê bi destê Olivier Cussac hatiye amadekirin û di Ali Hekimoglu, Arda Kavaklioglu, Selay Taşdogen, Burçin Artut û Deniz Salman deng didin qehremanan.