Haydar Şahin
20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 3yên wan xwemalî 9 fîlm ew ê li sînemeyên Tirkiyeyê têkevin vizyonê.
Christopher Nolanê ku derhêneriya fîlmên navdar ên wek "Memento", "Inception" û "Batman"ê kiribû vê carê fîlma bi navê "Dunkirk"ê kişand. Di fîlmê da qala salên Şerê Cîhanê yê 2yan dike.
Di fîlma ku senaryoya wê jî Nolan nivîsiye da Tom Hardy, Cillian Murphy, Mark Rylance, Aneurin Barnard û Kenneth Branagh dilîzin.
- "Şeveke Li Dinyayê"
Fîlma "Şeveke Li Dinyayê" bi tevkariya Emrîka, Fransa, Ingîltere, Almanya û Japonyayê di sala 1991î da hatibû kişandin û piştî salan teze dikeve vizyonê.
Di fîlma ku sernarîstî û derhêneriya wê Jim Jarmusch dike da Roberto Benigni, Winona Ryder, Gena Rowlands, Giancarlo Esposito û Armin Mueller-Stahl dilîzin.
Fîlm li Los Angeles, New York, Paris, Roma û Helsinkiyê derbas dibe û tê da qala çîrokên 5 ajokarên teqsiyan dike.
- "Brîmstone"
Di fîlma "Brîmstone" ya ku derhêneriya wê Martin Koolhoven dike da qala rûyê veşartî yê rojavaya wehşî dikin.
Di vê fîlmê da jî Kit Harington, Dakota Fanning, Guy Pearce, Carice van Houten û Dan van Husen dilîzin.
- "Ekspresa Zombiyan"
Di fîlma "Ekspresa Zombiyan" aku derhêneriya wê Yeon Sang-ho dike da Yoo Gong, Su-an Kim, Yu-mi Jung, Dong-seok Ma û Woo-sik Choi dilîzin.
- "Rock'n Roll"
Derhêneriya fîlma "Rock'n Roll"ê Guillaume Canet dike û di fîlmê da Guillaume Canet bi xwe û Marion Cotillard, Gilles Lellouche, Philippe Lefebvre û Camille Rowe dilîzin.
Di vê fîlma henekan da qala Guillaume Canetê 43 salî yê ku di ciwaniya xwe da yekî bi nav deng bû dikin. Di fîlmê da hewlên wî yên dibin sedema kenê tên nîşandan.
- "Mala Cinan"
Derhêneriya fîlma "Mala Cinan" Rich Ragsdale dike û di fîlmê da Scout Taylor-Compton, Mark Boone Junior, James Hebert, Elana Krausz û Russell Geoffrey Banks dilîzin.
Di fîlmê da qala tiştên ku tên serê Julîeya bi hevalê xwe ra ji bo tetîlê diçe Taylandê dikin, cin û gabûs keçikê rihet nahêlin.
- "Bezm-î Ezel"
Derhêneriya fîlma "Bezm-î Ezel"ê Aykut Can Demirel û mijara vê fîlma tirsê jî "cin" in.
Senaryoya fîlmê Oguz Tosun nivîsiye û di fîlmê da Ebru Eker, Berkan Tutu, Bugra Han Kîrîşoglu, Hakan Tutu û Huseyin Başli dilîzin. Di fîlmê da Yesamîna xiristiyan û Mistefayê misliman li dijî eşîra cinan têkoşînê didin.
- "Veşartok: Lîstika Mirinê"
Fîlma "Veşartok: Lîstika Mirinê" dı derhênerıya Samet Çakirtaş da hat kişandin û fîlmeke xwemalî ye.
Di fîlmê da Buse Naz Çinar, Azîz Ozuysal, Alî Akgol, Ceren Muftuoglu û Yusuf Karakuyu dilîzin û di fîlmê da qala tiştên ku tên serê komek xwendekarên zanîngehê yên ku derketine gerê dikin.
- "Kîkî û Mîkî Alatura"
Di vê fîlma xwemalî da qala Kîkî û Mîkiyê ku li gundekê Bulxaristanê karên wan gewendetî ye dikin.
Di fîlma "Kîkî û Mîkî Alatura"yê da Firat Taniş, Serkan Ozturk, Valerîe Derîdder, Emre Yucelbaş û R. Kan Albay dilîzin.