Haydar Şahin
21 Mijdar 2020•Rojanekirin: 22 Mijdar 2020
Belgeyên gotinên sitranên neweşandî yên Bob Dylanê sitranbêjê Amerîkayî yê Xelata Nobelê sitandibû di mezatê da bi 495 hezar dolarî hatin firotin.
Di mezata bi destê Mala Muzayedeyê ya R.R. Auctionê ya li Bostonê hat kirin da belgeyên koleksiyona Tony Gloverê dostê nêz ê Bob Dylan û gîtarîstê bluesê hatin firotin.
Qeydên hevpeyvînên Glover di sala 1971ê da bi Dylan ra kirine û nameyên ji Glover ra şandine di nav belgeyan da ne, hemû belge bi 495 hezar dolarî hatin firotin.
Hat diyarkirin ku di nav nameyan da gotinên sitranan ên Dylan yên ku berê qet nehatine weşandin jî hene
- Çima navê xwe guherand?
Wekî mayîn di hevpeyvîna Glover bi Dylan ra kiriye û derkete holê da li ser pirsa dibêje çima navê xwe yê Robert Zîmmerman guherandiye bersiv tê dayîn ku ji ber antî-semîtîstîzma (dijayetiya Cihûyan) li Amerîkayê ev tercih kiriye.
Dylan dibêje, "Piraniya merivan difikirin ku Cihû bi tenê tucarî û selefxweriyê dikin."