ANKARA
Xelata Mezin a Huner û Çandê ya Serokomartiyê ku her sal li ser navê dewletê ji bo kes û saziyên ku ji bo çand û hunera tirka xizmet kirine û berhem dane tê dayîn îsal jî hat dayîn.
Daxuyaniya ku ji hêla Koşka Çankayayê ve hat dayîn de, kes û saziyên ku "Xelata Mezin a Huner û Çandê ya Serokomartiyê ya sala 2013an" hildane hatin eşkerekirin.
Ahmet Kaya, ji ber ku bi muzîk û şiroveyên xwe gelek merivên ku fikr û ramanên wan cuda ne anîne bal hev, di hêla muzîkê de xelat stand. Di şaxa dîroka teknolojî û zanista Îslamê de Prof. Dr. Fuat Sezgîn, di şaxa Zanistên Civakî de Prof. Dr. Daron Acemoglu, di şaxa edebiyatê de Prof. Dr. Îskender Pala, di şaxa belgefîlmê de Prof. Dr. Bekir Karlıaga û ji bo "Lijneya Huner û Çandê" jî Yekîtiya Bajarên Dîrokî xelat hildan.