Hemin Hüseyin
03 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
HEWLÊR
Qaymeqamê Soranê Kurmanc Izzet ragihand ku Îran ji li sînorê Balekayetî dest bi topbaranê kiriye û heta niha birîndarek heye.
Kurmanc Izzet daxuyanî da peyamnêrê AAyê û destnîşan kir ku serê sibehê topavêjên Îranê dest bi topbarankirina herêma Balekayetî kir.
Izzet diyar kir ku herêma Balekayetî, gundê Gelejêr û Gundejor ketine ber topan û agir li van deran derketiye. Herwiha ziyaneke mezin bi sirişt û malê xelkê gihîştiye.
Qaymeqam got heta niha jineke koçber birîndar bûye û tê dermankirin lê xelkên wê devê cihên xwe vala kirine.
Der barê sedema topbarankirinê de jî anî ziman ku Îran îddia dike pêşmergeyên PDK-Îranê li wir hene.
Îranê di rojên borî de ava Çemê Zêya Biçûk jî birîbû. Bi vê yekê re sedî 80ê avê kêm kiribû.