03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
WASHINGTON
Welatiyên Tirkiyê yên li bajarê Miamiya Emrîkayê ji bo referandûma guherandina destûra bingehîn a 16yê Nîsanê dengê xwe bi kar tînin. Welatiyên li Miamiyê eleqeyeke mezin nîşan didin û dengdayîn dewam dike.
Dengdayîna ku 1ê nîsanê li Emrîkayê dest pê kir li 7 deverên welêt dewam dike. Li Miamiyê herêma turîzmê ya Emrîkayê welatiyên Tirkiyê roja yekşemê eleqeyeke mezin nîşanî dengdayînê dan û pêvajo berdewam dike.
Welatiyên ku li konsolxaneya Miamiyê yê Tirkiyê raya xwe avêtin, gotin ku her çiqas dûrî welatên xwe jî bin ji ber ku mafên xwe yên demokratîk bi kar anîne gelekî kêfxweş in.
Rayavêtina li Emrîkayê wê heta 9ê nîsanê roja yekşemê ji saet 09.00an heta 21.00an dewam bike.