Sevim Hatun
03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dîzayî diyar kir ku referandûma wê ji bo "Serxwbûna HKIyê" bê kirin nayê wate îlankirina dewletê; lê belê ev li hemberî Bexdayê wekî kartekê di destê me de ye.
Dîzayî li Hewlêrê beşdarî bernameyekê bû û di vê navberç de pirsên rojnamegeran jî bersivandin. Dîzayî bal kişand ser "referandûma bo serxwebûna HKIyê" wê bê kirin got ku ev karekî ku li pişt perdan tê kirin nîne, hemû tişt bi eşkereyî tê kirin û destnîşan kir ku Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a HKIyê ji bo pêkanîna referandûmê amade ye.
Dîzayî got ku çend sal berê referandûmê anîbûn rojevê, ser hatibû axaftin û wiha dewam kir: "Ji ber şerê DEAŞê mixabin pêşaniyên me jî guherîn. Ji ber bûyerên ku di van salan de rûdan şerê dijî DEAŞê bû pêşaneya Herêma Kurdistanê, hikûmeta navendî ya Iraqê û ya hemûyê herêmê. Niha hêza DEAŞê hat şikestin û dîsa ev mijar ket rojevê û tê gotûbejkirin."
Partiya Demokrat a Kurdistanê ya bi serokatiya Serokê HKIyê Mesûd Barzanî û Partiya Niştimanî ya Kurdistanê îro li Selahedîna bajaroka Hewlêrê ji çapemeniyê re girtî civîn li dar xist. Piştî civînê ragihandibûn ku wê ji bo dîyarkirina dîroka "referandûma serxwebûnê" wê komîsyoneke hevpar were avakirin.