Muhammet Kurşun
12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Midûrê Berê yê El Cezîreyê û Serokê Forûma Eş-Şerqê Weddah Henfer, diyar kir ku zextên li ser Qeterê di yek arasteyê de têne meşandin û hişyarî da ku eger serî li rêyên eskerî were xistin dê bedelên giran ji bo herêmê û camîeya navneteweyî çêbibin.
Hanfer li ser krîza Qeter û hin welatên Erebî ji bo peyamnêrê AAyê axivî û nirxandina xwe wiha kir:
"Welatên ku ambargo danîn ser Qeterê digotin qey wê rêveberiya Dewhayê hema teslîm bibe yan jî bitirse. Lê tiştê zen dikirin nebû. Berevajiyê vê rêveberî û xelkê Qeterê hev girtin. Vê rewşê aborî nehejand, hewcehiyên esasî yên însanî binbandor nekir."
Herwiha behsa îhtimala mudaxeleya eskerî kir û di vê mijarê de hişyarî welatên muxateb: "Eger serî li rêyên eskerî were xistin dê bedelên giran ji bo herêmê û camîeya navneteweyî çêbibin. Kuweytê gavên muhîm avêtin. Tirkiyê helwesteke zelal nîşan da. Helwesta Almanya û Îranê jî baş bû. Rûsya û Fransa jî wisa. Ev îdî ne tenê herêmî, meseleyeke navneteweyî ye. Welatên ku problemên wan ji berê ve digel Qeterê hebûn ji hatina Trump îstîfade kirin."
Wek din bal kişand ser wê yekê ku ev zext yekîtiya Kendavê ji xwe re dikin hedef û got: "Li Konseya Hevkariya Kendavê xistin. Aktorên wek Tirkiye û Îranê provoke kirin. Xwe ji aliyê jeopolîtîk ve xistin rewşeke zeîf. Ne mumkin e bi ser bikevin. Berevajiyê vê dê li herêmê zeîf bikin. Vizyona lîdertiyê ya herêmê serûbinî hev bû."