Muhammet Kurşun
12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Milîsên girêdayî Lîwaya Fatimiyyûn a Şiiyên Efxanî ku ser bi Artêşa Pasdarana Îranê ne li herêmên ser sînorê Sûriye-Iraqê ku ji DEAŞê hatibûn paqijkirin hatin bicihkirin
Li gor ajansa xeberan a nîvresmî li Îranê TESNÎM, hêzên Fatimiyyûn ên milîs ji xeta bomberdûmana hêzên Emrîkayê li Sûriyê derbas bûn û gihîştin sînorê Iraqê.
Di xeberê de hat diyarkirin ku Fermandeyê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî jî digel milîsên Fatimiyyûn li herêmê ye.
Herwiha fotografê Silêmanî digel hêzên milîs ên efxanî jî hatin parvekirin û hat ragihandin ku piştî operasyona meha borî dest pê kir roja berî gihîştin herêmê.
Di xeberê de hat diyarkirin ku di navbera hêzên bi piştgiriya Emrîkayê û Artêşa Sûriyê û muttefiqên wê de pevçûnên ciddî diqewimin.