02 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
MEZARÊ ŞERÎF
Li Belxa wilayeta Efxanistanê 200 milîtanên Talibanê çek danî û teslîmî hikûmetê bûn.
Parlementerê Belxê Alem Xan Azadî, Serokê Şêwra Bajarê Belxê Muhammada Afzal Hedîd, Serokê Îstixbarata Balxê Îbadullah Îbad û Midûrê Emniyeta Belxê Sayed Kemal Sadat beşdarî merasima teslîmbûna milîtanan bû.
Parlementer Azadî di merasimê da axivî û got ku bi danîna çekan va li herêmê îstiqrarê çêbibe û gelê di nav aramiyê da bijî.
Serokê Şêwra Belxê Hedîd jî diyar kir, kesê bi rêya pevçûnê va negihêje armancên xwe.
Han Muhammed Çirîkê fermandarê milîtanên ku teslîm bûn jî got: "Me fêm kir ku em ê bi çekê va negihêjin tu derê. Ji ber vê yekê me çekên xwe danîn û em teslîm bûn. Em ê êdî mil bidin dewletê û bi terorîstan ra têkoşînê bidin."