İbrahim Atmaca
08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
XÛTAYA ROJHILATÊ/ANKARA
Rejima Beşar Esed li herêma Xûtaya Rojhilatê êrîşa bi çeka kimyayî ya ku tê de xaza bijehr heye navçeya Dûmayê ya ku cihê dawîn ê di bin kontrola mixalifan de ye kir, di êrîşê de 40 sivîl mirin.
Li gor agahiyên ku ekîbên Parastina Sivîlan a li Xûtaya Rojhilatê ji ser çapemeniya civakî parve kirin, rejima Esed êrîşa çeka kimyayî ya ku tê de xaza bijehr heye bir ser navçeya Dûmayê ya ku cihê dawîn ê li Xûtaya Rojhilatê ye ku di bin kontrola mixalifan de ye. Di êrîşê da 40 sivîl mirin, bi sedan sivîl bi xazê ketin.
Fikar heye ku hejmara miriyan zêde bin.
Hêzên rejimê pêr dîsa êrîş biribûn ser Dûmayê û di 19ê adarê de jî êrîşa kimyayî ya ku tê de klor heye biribû ser vir.
Ji aliyê din ve di rapora ku Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) di 4ê nîsanê de weşand de eşkere kiribû ku rejima Beşar Esed ji destpêka şerê navxweyî vir ve 214, piştî qetlîama Xan Şeyxûnê (4ê nîsana 2017an) jî 11 caran êrîşa çeka kimyayî kir.
- Tehliye rawestiyan, êrîş dîsa giran bû
Di encama peymana ku bi xerantoriya Rûsyayê hatibû kirin de 22yê adarê de ji Xûtaya Rojhilatê tehliyeyên mecbûrî dest pê kiribû.
Ji Arbîn, Zemelka û Eyn Termaya cî û warên Xûtaya Rojhialtê tehliye hatibûn kirin, di mijara Dûmayê de jî lihevkirin çênebibû.