28 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
HELEB
Li Heleba ku di bin dorpêça rejima Beşar Esed da ye ji hewayê êrîşî firineke nan kirin û di êrîşê da 6 sivîl mirin, 5 sivîl birîndar ketin.
Babîrîs Meşalê rayedarê parastina sivîlan ê Helebê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teyareyeke şer ya rejimê yan jî ya Rûsyayê êrîşî firineke li taxa Maadiyê ya di destê mixalifan da ye kir.
Meşal destnîşan kir ku li gor agahiyên ewil di êrîşê da 6 kesên ku li hêviya nan bûn mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Xebatên rakirina enqaza firinê dewam dikin.
Ji 19ê îlonê vir da di êrîşên rejimê û yên Rûsyayê da li Helebê 500 kes hatin kuştin û herî kêm hezar û 600 kes jî birîndar ketin.