23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
HESEKÊ/ANKARA
Rejima Beşar Esed û PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê dan zanîn pevçûnên ku li bajarê Hesekê yê ku dikeve bakurê rojhilatê Sûriyeyê ev hefteyek bû berdewam dikirin dan sekinandin.
SANAya ajansa nûçeyan a rejimê û televîzyona dewletê nûçeya pevçûnên li Hesekê yên di navbera hêzên artêşê û rêxistinê de di saet 14.00an de hatin rawestandin weşand.
Çavkaniyên herêmî yên ku agahî dan AAyê piştrast kirin ku pevçûnên di navbera rejim rêxistinê de dora saet 14.00an de rawestiyan.
Balê kişand ku di nûçeya çapemeniya rejimê de şûna "PYD"yê de gotina "PKK" hat bikaranîn û der heqê lihevkirinê de hûrgulî nehatin dayîn.
Di hesabên çapemeniya civakî yên PYDyê de jî hat îdiakirin ku li gor "agirbesta" bi rejimê re cihên ku li Hesekê hatine bi dest xistin dê di destê PYDê de bimînin, rejim dê hemû eskerên xwe derxîne derveyî bajêr, li herêma ewledar a li navenda bajêr dê tenê hêzên polêsan a sivîl bimîne.
Hêzên girêdayî PYDyê rêxistina terorê di nav rojê de li taxên Guweyrana ku dikeve başûrê navenda bajarê Hesekê, taxên Nişva û Zuhûrê yên ku dikevine rojavayê bajêr kontrol bi dest xistibûn û kontrola saziyên wekî postexane, girtîgeh û avahiya navend a îdareya kêç bi dest xistibûn.
PYD hêzên rejimê li herêma ewledar a li navenda bajêr xistibû tengasiyê.
Artêşa rejimê di pevçûnên ku hefteya borî dest pê kirin de bi balafirên şer û topan li Hesekê taxên di bin kontrola PYDê de xistibû. Hêzên PYDê jî bi topên hewanê li baregehên rejimê yên li navenda Hesekê xistibûn û bersiva êrîşê dabûn.