23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 29 Hezîran 2016
KAZAN
Li Kazana paytexta Komara Xweser a Tataristana ku girêdayî Rûsyayê ye 10 hezar kes li ser sifreya "Fitara Komarê" ku cara çaremîn e tê raxistin, rûnişt û fitara xwe vekirin.
Li Kazanê welatî bi qasî 20 saetî rojî digirin û ev fitar jî 4 sal in ku tê dayîn. Bi piranî kal, pîr, astengdar, sêwî û feqîr hatin dewetkirin û bi wesayîtên taybet ji derên ku lê bûn anîn stadyuma sifreya fitarê lê hat raxistin.
Organîzasyon bi hewla Yekîtiya Karsazên Misilman ên Rûsyayê û rêveberiya Stadyûma Kazan-Arenayê û bi organîzekirina Serokatiya Karên Diyaneta Tatatristanê hat kirin. Serokomarê Tataristanê Rustem Mînnîhanov, Serokomarê ewil ê Tataristanê Mîntîmer Şeymiyev û hin wezîr û parlementer jî beşdarî fitarê bûn.
Li stadyûmê beriya nimêja mexrebê Miftiyê Tataristanê Kamil Semîgulîm, mele û miftiyên din we'z dan û paşê jî hunermendên ji Tataristanê beyt gotin.
Di 18 sîtilên ku her yek ji wan 200 kîloyî hildide û li derdora stadyûmê binê wan hat pêxistin û birincê Ozbekan hat çêkirin. Li ser sifreya fitarê tevlî xeynî birincê Ozbekan, şorbe, borek û şirînahî jî hebû.
Li Tataristanê fitara ewil di sala 2011yî da hat dayîn û hezar û 500 kes hatin ser wê sifreyê par jî 5 hezar kes hatin ser sifreya Fitara Komarê.