09 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
HASEKE
Hat ragihandin ku DAEŞa rêxistina terorê li bajaroka Tel Barak û Huleya bajarê Hesekeyê êrîş kirin û di encamê de 14 milîtanên YPGê mirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hildan, DAEŞa rêxistina terorê li Basîraha gundê Tel Barakê defikên bûbiyê di malan da danîn û 8 endamên YPGê mirin.
Li sehaya neftê ya Tişrînê ku li bajaroka Huleyê ye, bi wesaîta bombarkirî êrîş kirin û li vê derê jî 6 milîtanên YPGê mirin. Hat gotin ku li der û dora bajaroka Huleyê û gundê Basîrahê DAEŞ û YPG car caran pevdiçin.
Çavkaniyan got ku hêzên koalîsyonê yên ku Amerîka pêşengtiya wan dike jî li başûrê Hesekeyê kozikên DAEŞê didin ber bombeyan.