09 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
HEWLÊR
Parlementerê Hewlêrê yê Cepheya Tirkmenên Iraqê (CTI) Aydin Maruf got ku ji bo ku meriv li Iraqê bikaribe li ser navê demokrasî û jiyana hevpar biaxive, divê teqez guh bidin daxwazên mafdar ên tirkmenan û wiha dewam kir: "Heke ev daxwaz ne bi gotinê bi kirinê bi cih werin, tirkmen wê bi rastî jî hîs bikin ku ew jî ji wê herêmê tên hesibandin."
Li Hewlêrê Mala Tirkmenan bi navê "Li Herêma Kurdistana Iraqê Mafên Tirkmenan" konferansek hat lidarxistin û Marûf jî wek axêver beşdarî konferansê bû. Marûf li vê derê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku divê tirkmen hem di parlentoyê da hem li derveyî parlementoyê tevî biryarên siyasî bibin, piştgiriyê bidin û wezîfeyên girîng hildin ser xwe.
Marûf got ku divê miemeleya ûnsûra duyemîn a eslî ji tirkmenan ra were kirin û diyar kir ku hem li Iraqê û hem li herêma Kurdistanê heta niha wezîfeyên girîng nedane tirkmenan, ew dixwazin ku li herêmê alîkariya serokatiyê an jî alîkariya serokwezîrtiyê bidin tirkmenan.
Marûf destnîşan kir, wek kurdî bila tirkmanî jî li Herêma Kurdistana Iraqê wek zimanê fermî were qebûlkirin, ev ji bo wan pir girîng e.
Marûf wiha axivî:
"Ji bo ku meriv li Iraqê li ser navê demokrasî û jiyana hevpar biaxive, divê teqez guh bidin daxwazên mafdar ên tirkmenan. Heke ev daxwaz ne bi gotinê bi kirinê bi cih werin, tirkmen wê bi rastî jî hîs bikin ku ew jî ji wê herêmê tên hesibandin. Heta niha ji bo mafên siyasî yên tirkmenan tu gaveke girîng nehatiye avêtin. Ji ber vê em ji hemû siyasetmedarên herêmê dixwazin ku wezîfeyên girîng bidin tirkmenan."