Wezîrê Parastinê yê DYAyê Chûck Hagel diyar kir ku ji bilî piştgiriya DYA û hikûmeta navendî ya Iraqê, 7 welatên din jî soz dane ku dê alîkariya çek û techîzatê bidin pêşmergeyên li Kurdistanê dijî DÎŞIyê têdikoşin.
Hagel daxuyaniya nivîskî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku her diçe hejmara mitefîk û şîrêkên wan ên ku piştgiriyê didin berxwedana Iraqê ya li dijî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û destnîşan kir ku ew ji bo vê yekê van dewletan pîroz dikin.
Hagel, destnîşan kir ku du hefteyan borî ji bo hêzên kurd sewqî herêma Kurdistanê bikin di pêşengiya DYAyê de dest bi xebatan kirin û wiha dewam kir: "Ji bilî piştgiriya DYA û hikûmeta navendî ya Iraqê, 7 welatên din jî teahûd kir ku dê alîkariya çek û techîzatê bidin pêşmergeyên li Kurdistanê têdikoşin." Hagel navê 7 welatên ku dê alîkariyê bidin wiha rêz kir: Arnawûd, Kanada, Hirvatistan, Danîmarka, Îtalya, Fransa û Îngilistan.
-"Dê operasyon bi leztir bên kirin"
Hagel diyar kir ku operasyonên ji bo alîkariya çek û techîzatê ji xwe dane destpêkirin û got ku ew bawer in di pêşerojê de alîkariya welatan jî zêdetir bibe.
Hagel got: "Ji ber ku ev welat digel artêşa DYAyê têdikoşin, spasiyên xwe pêşkêşî wan dikim."