İbrahim Atmaca
19 Mijdar 2019•Rojanekirin: 20 Mijdar 2019
Li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Konga Çînê dijî pêşnumaya qanûnê ya îadekirina gumanbaran pêşiyê xwepêşandinên aştiyane dest kirin, lê paşê veguherîn tundiyê. Nûçegihanê AAyê pevçûn û geşedanan di cî da dişopîne.
Ji deverên ku xwepêşandêran kolanên sereke yên bajêr girtine, pevçûnên li zanîngehan hatina dîmen û nûçeyan bê navber didome.
Li Hong Konga navenda fînansê, xwepêşandêran bajêr kiriye mîna qada şer û hê ne diyar e bê ka tundî û kaos wê çiqas dewam bikin.
Xwepêşandêr bi awayekî rêk û pêk û plankirî hereket nakin û weke komên piçûk organîze dibin û li hin herêman ji nişka va dertên meydanê û bi molotof û keviran va bi hêzên asayîşê ra dikevin pevçûnê.
AA ji destpêka xwepêşandinên aştiyane yên dijî pêşnûmaya qanûna îadekirinê pê va pêvajoyê dişopîne, dawiya hefteyê jî dîsa gihîşt herêmê û ragihandina geşedanan didomîne.
- Li Hong Kongê bûyerên tund dewam dikin
Li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Konga Çînê pêşnumaya ku di protestoyan da bûye armanc, meha nîsanê ji bo meclisa herêmî hatibû pêşkêşkirin, lêbelê ji ber protestoyan Serrêvebera Hong Kongê Carrie Lam derketibû û gotibû ku pêşnuma "mir".
Digel daxuyaniya "pêşnuma mir"ê, xwepêşandan bi dawî nebûn û Serrêveber Lamê vê carê di 4ê îlonê da ragihandibû ku pêşnuma hat vekişandin û wiha gotibû, "Hikûmet ji bo ku gel nekeve gumanê dê pêşnumayê bi awayekî fermî bikişîne."
Xwepêşandêr ligel betalkirina pêşnumayê, dixwazin ku komîsyoneke serbixwe were damezirandin da ku tundiya polêsan a dijî çalakvanan lêkolîn bike. Herwiha xwepêşandêr dixwazin ku ji bo çalakvanan efû were derxistin, reformên siyasî cardin bên destpêkirin û dawî li wê yekê were anîn ku ji protestoyan ra "serhildan" neyê gotin.