27 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2018
MINBIC/ANKARA
YPG/PKKya rêxistina terorê li dor û bera navenda navçeya Minbica ku dagir kiriye û alî rojavayê Çemê Feratê dikeve tunelên nû vedike.
YPG/PKKya bi alîkariya çekan û piştevaniya hewayî ya Amerîkayê va di tebaxa sala 2016an da navçe ji destê DEAŞa rêxistina terorê derxist niha jî li hemberî îhtimala operasyona ku wê Tirkiye li dar bixe amadehiyan dike.
Di vîdeoyên ku Ajansa Anadoluyê (AA) ji hundirê hin tunelên li Minbicê hatine vekirin da kişand tê dîtin ku bi armanca dirêjkirinê kolandina tunelan dewam dike.
Hundirê tunelan bi ceyranê hatiye ronîkirin û tê da hacetên kar û erebok hene.
Di tunelên hatine vekirin da tê dîtin ku mirovekî di desta çek hebe qet hewce nake xwe xwar bike û bilindahî ji bejna mirov zêdetir e û ev tunel li çar aliyê navçeyê hatine vekirin.
Terorîstan bi tunelên di nav kevir û zinaran da vekirine dixwazin ew di dema êrîşên hewayî da xwe biparêzin, dema şer da bikaribin bi hêsanî derbasî pêşiya eniyê bibin û êrîş bikin û dema hewce jî bike bi rihetî xwe veşêrin û vekişin.
Di dîmenên AAyê 5ê cotmehê weşandibû da dihat dîtin ku YPG/PKKê li navenda navçeyê tunel, kozik û bendên ji xweliyê çêkirine. Di dîmenên bi peykê hatine kişandin da jî ew xet ji esman va wek xêzeke spî xuya dike.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der heqê mijarê da gotibû: "Ew niha li derdora Minbicê çalan dikolin bi rastî gorên xwe vedikolin. Wisa xuya dike ku wê ji me ra zêde bar nehêlin."
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da Efrîn xilaskiribûn û gelek tunel û çalên ku terorîstan li navend û derdorê vekolabûn jî derketibûn holê.