Tîma Anadolu Agencyê li Sanaya paytextê Yemenê, dîmenên yekîneya lêşkerî ya 6emîn ya ku kete destê milîtanên hûsiyan kişand.
Milîtanên husiyê yên girêdayî Tevgera Ensarullahê, duh li Sanaya paytextê Yemenê baregeheke leşkerî bi dest xistin.
Tîma AAyê dîmenên vê herêmê kişandin.
Ev herêm ji 7 herêmên leşkerî yên welêt yek e û hat dîtin ku leşker ji vir vekişiyane û husiyan dest dane li ser çekên giran.
Li gor agahiyên leşkerî dema ku milîtanan ev der bi dest xist pevçûn derket û di pevçûnê de ji her du aliyan jî bi dehan kes mirin.
Duh di navbera hêzên artêşê û husiyan de peyman hatibû îmzekirin. Di nav madeyên peymanê de ev cî digirin: "Di navbera 3 rojan de dê hikûmeta nû bê avakirin. Serokomar Ebdûrrabbû Mansûr Hadî dê peywira serokwezîrtiyê bide kesekî ku ne endamê tu partiyî ye. Zema ku li ser berhemên neftê dê bê kêmkirin. Ji bo serokomar dê ji Tevgera Başûr a cudaxwaz û Hûsiyan arîkerek (musteşar) bê tayînkirin û konên protestoyê yên ku husiyan li paytext Sanayê vegirtibûn dê bên rakirin."
Hin nayê zanîn ku husî piştî vê peymanê dê ji herêmê vekişin an na.