Haydar Şahin
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
MELBOURNE
Hat ragihandin ku 30 gigabayt daneyên veşartî yên teyareyên şer û keştiyên artêşa Awistiralyayê bi destê "Alf"a koma hackeran hatin dîzin.
Li gor xebera Saziya Weşana Awistiralyayê (ABC), 30 gigabayt belgeyên veşartî yên F-35ê teyareyên şer, teyareyên çavdêriyê û keştiyên artêşa Awistiralyayê bi destê "Alf"a koma hackeran hat dîzin. Alf navê lehengê rêzefîlma "Home and Away"yê ye û komê jî navê xwe ji vî lehengî hildaye.
Hat ragihandin agahiyên ku tîrmeha sala par hatin dizîn der barê F-35ê teyareyên şer ên mişterek a 17 milyar dolarî, P-8 Poseîdona teyareyên çavdêriyê ya bi 4 milyar dolarî, C-130ya teyareya neqliyeyê û keştiyên artêşê da ne.
Christopher Pyneyê Serokê Pîşesaziya Parastinê diyar kir ku ser ra salek derbas bû lêbelê hê tesbît nekirin ku kê ev belgeyan dizî û got, "Ez nizanim kê dizî. Dibe ku ji çend aktoran yek be. Dibe ku dewletek be jî, dewlet nebe jî. Dibe ku kesekî ji bo şirketekê dizîbe."
Wezîr Pyne destnîşan kir ku belgeyên hatin dizîn ji bo ewlehiya neteweyî xetere nînin, tevdîrên ku lazim dikin jî hatin girtin.
Hê nayê zanîn korsanê ku navê "Alf" bi kar tîne çito gihîşte agahiyên leşkerî.