Nihat Kavşut
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
TOKYO
Li gor agahiyan Şinmoedakeyê çiyayê volkanîk yê li rojavayê başûrê Japonyayê cardin terafê dipekîne.
Di daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê da hat destnîşankirin ku Şinmoedakeyê çiyayê volkanîk yê li rojavayê başûrê welêt e piştî 6 salan cardin çalak bûye û terafê dipekîne jorê.
Li gor nûçeya di TBSya televizyona Japonyayê da derket tê diyarkirin terafên çiyayê volkanîk heta 4 bajarên li derdorê dipekin.
Li Japonyaya li ser xeta erdhej û volkanan cî digire ji 100î zêdetir çiyayên volkanîk yên çalak hene.