İbrahim Atmaca
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
BEXDA
Hat ragihandin ku 282 aktivîstên ku li başûrê Iraqê di xwepêşandanan da hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Endamê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê Fadil el-Garawî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji 239 kesên ku di xwepêşandanên bajarê Meysanê da hatin binçavkirin jê 237, li Zîqarê 33 û li Kerbelayê jî 12 kes hatin berdan.
Komîseriyê berî niha jî daxuyandibû ku 176 kesên li bajarê Wasitê hatin binçavkirin, hatin berdan.
Der heqê mijarê da tu daxuyanî ji meqamên Iraqê nehatin dayîn.
Çalakiyên ku li bajarên başûrê welêt ji ber bêkariyê dest pê kiribûn li ser birîna ceyranê zêdetir bûbûn. Çalakiyên ku li bajarên wek Besra, Mûsenna, Zîqar, Meydan û Necefê dest pê kiribûn di 14ê tîrmehê da pekiyabû paytext Bexdayê.