Dinya

Aliyevê Serokomarê Azerbeycanê li Enqereyê ye

Serokomar Erdogan bi merasima fermî Aliyevê Serokomarê Azerbeycanê pêşwazî kir.

Haydar Şahin  | 25.04.2018 - Rojanekırın : 25.04.2018
Aliyevê Serokomarê Azerbeycanê li Enqereyê ye

Ankara

ANKARA

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi merasima fermî pêşwazî li Îlham Aliyevê Serokomarê Azerbeycanê yê ku ji bo ziyareta fermî li Tirkiyeyê ye kir.

Erdogan li ber deriyê Kuliyeya Serokomariyê pêşwaziya Aliyev kir. Herdu serokan dewsa xwe ya li qada merasimê girtin û sirûdên neteweyî hatin xwendin û 21 top hatin avêtin.

Aliyev selam da Kitaya Merasimê ya Lîwaya Mihafizan, di merasimê da alayên 16 dewletên Tirkan ên ku di dîrokê da hatine avakirin hatin vekirin.

Di merasimê da taxima bandoyê cara ewil sitrana "Can Azerbeycan"ê lê xist.

Piştî teqdîma heyetan Erdogan û Alyev li ser pêlekanan li pêşiya alaya herdu welatan poz dan.

Hakan Çavuşogluyê Alîkarê Serokwezîr, Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva, Berat Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî. Nurettîn Canîkliyê Wezîrê Parastina Neteweyî, Ahmet Arslanê Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê, Fahrî Kasirgayê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê û Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê di merasimê da amade bûn.

Erdogan û Aliyev ew ê piştî hevdîtina rûbirû û Rûniştina Konseya Hevkariya Bilind beşdarî merasima îmzeyê bibin û paşê jî civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.

Serokomar Erdogan ew ê piştî vê jî ji bo Aliyev firavîna fermî bide.

- Ziyareta ewil a Azerbeycanê

Aliyevê ku di hilbijartina Serokomariyê ya 11ê nîsanê da hat hilbijartin di ziyareta xwe ya dervayî welêt a ewil da hat Tirkiyeyê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.