Cüneyt Karadağ
14 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2023
Almanya xwe amade dike ku sûcên dijî Êzdiyan hatine kirin wekî "jenosîd" qebûl bike.
Ji hêla Partiya Demokratên Sosyal (SPD), Partiya Demokratên Hur (FDP) û Partiya Kesk (Grune) yên hikûmetê pêk tînin û her wiha Partiyên Yekîtiya Xiristiyanan (CDU-CSU) ku mixalefeta sereke ye, pêşnûmayeke hevbeş hat amadekirin ku tê da sûcên rêxistina terorê DEAŞê li dijî Êzdiyan kirin wekî "jenosîd" tê naskirin.
Di pêşnûmayê da tê destnîşankirin, zêdeyî 5 hezarî Êzdî nexasim di sala 2014an da li bakurê Iraqê ji hêla rêxistina terorê DEAŞê hatin êşkencekirin û bi wehşiyane hatin kuştin.
Di pêşnumayê da berpirsyariya taybet a Almanyayê jî hat zikirkirin û her wiha hat gotin ku berpirsyarî ji ber wan kesan e ku ji Almanyayê çûn Iraq û Sûriyeyê û di wehşet û binpêkirina girseyî ya mafên mirovan da beşdar bûn.