01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku Almanyayê, di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê da, biryara zêdekirina hejmara misteşarê xwe yên leşkerî û alîkariya çek daye.
Wezaretê bi daxuyaneke nivîskî ragihand, "Piştî êrîşa terorê ya li Parîsê, hikûmeta Almanyayê biryar da ye, hejmara misteşarê xwe yên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê zêde bike. Digel vê, ê hê bêtir alîkariya çekan ji bo Pêşmergeyî bişîne."
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku ê perwerdeya leşkerî ji bo pêşmergeyan bê dayîn ku "di rêz û eniyên herî pêş da" bi terorê ra şer dike.
Wezaretê destnîşan kir ku ji bo şandina misteşaran û alîkariya leşkerî ya seba Herêma Kurdistanê, li benda biryara dawîn ya Parlementoya Almanyayê ne.