01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
HELEB
Hat ragihandin ku balafirên şer ên ûris li bakurê Helebê êrîşî gundên ku mixalifan ji destê hêzên PYDya şaxa PKKê ya li Sûriyeyê derxistibûn, kir.
Berpirsê Ragihandinê yê Eniya Şamê Ebû Mahmûd Naseer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku yekîneyên mixalif li bakurê Helebê gundên Teneb, Malikiye, Mesna, Faysal û Şawracê ku dikevin navbera navçeya Azez û Dêr Cemalê, ji destê hêzên PYDê standin.
Naseer got: "Piştî ku mixalifan gundê navborî hildan, balafirên şer ên ûris gundên Teneb, Malikiye, Mesna, Faysal û Şawracê dan ber bombeyan" û wiha dewam kir: "Hêzên PYDê û Ceyş es-Suwar (artêşa şoreşê) li herêmê mil dane hev. Ceyş es-Suwar êrîşî gundên mixalifan dike. Jetên ûris piştgiriya esmanî didin PYD û Ceyş es-Suwarê."
Aktivîstên herêmî yên li Helebê jî gotin ku li herêma Şêx Maqsûda ku dikeve bakurê Helebê, hêzên PYDê guleyan berdidin wesaîtên ku ji rêya Kastelloyê ra derbas dibin, mixalifan jî bi çekên giran êrîşî hêzên PYDê kirin.
Çavkaniyan got ku jetên ûris 7 caran êrîşî rêya Kastelloyê kirin, Ceyş es-Suwarê jî bi topên hewanê êrîşî herêma Dêr Cemalê kirin.