Önder Beyter
26 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
BERLÎN
Almanyayê ji ber jehrîkirina sîxurê dualî Sergey Skripal, 4 dîplomatên Ûris dersînor kirin.
Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heiko Maas di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê wezaretê yê Twitterê da ragihand, ji ber ku Rûsyayê hê jî di mijara ronkirina jehrîkirina li Salisburyê da alîkarî neda, Almanyayê îro 4 dîplomatên Ûris dersînor kirin.
Maas diyar kir ku bi vî awayî wan xwest ku wê sinyalê bidin ku ew hevkariya Ingîltereyê dikin. Maas herwisa bal kişand ku dayîna vê biryarê ne hêsan bû.