26 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
EFRÎN/EZAZ
Li navenda Efrînê di maleke ku teroristên YPG/PKKyî tê de bombe bi cih kiribûn de teqîn çêbû, 6 kes di bin enqazê de man.
Li gor agahiya nûçegihanê AAyê yê li Efrînê, malbateke ji 6 kesan pêk tê piştî ku navçe ji terorîstan hat paqijkirin vegeriyan mala xwe.
Piştî vegera malbatê di malê de bombeya ku ji hêla endamên YPG/PKKê va hatiye bicihkirin, teqiya. Hemû malbat di bin enqazê da ma.
Cesedê jinekê hat derxistin, zarokek jî rakirin nexweşxaneyê.
Tîmên ji Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad hewl didin xwe bigîhînin kesên din ên ku di binê enqazê de mane.
Di 18ê adarê de Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad navenda Efrînê bi dest xistibûn, lê mayinên ku hatine bicihkirin tên paqijkirin.