09 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
LONDON
Alîgirên PKKê li Londonê êrîşê mizgefta Serokatiya Kar û Barên Diyanetê kirin.
Alîgirên PKKya rêxistina terorê duh nîvê şevê bi keviran êrîşê Mizgefta Diyanetê ya Londonê kirin. Di êrîşê de hemû camên li eniya pêş ên mizgeftê şikestin, êrîşkaran navê rêxistina terorê jî li ser dîwêr nivîsandin.
Mizgefta Diyanetê li Londona bakur a ku lê civaka ku tirkî diaxive gelekî dijî heye, li herêma Hornseyê ye.
Sempatîzanên PKKya rêxistina terorê di meşa ku şemiya borî li Londonê kirin de 2 welatiyên tirk ên li hawirdor derb kiribûn roja înê jî di protestoya ku li ber Balyozxaneya Londinê ya Tirkiyeyê kirin de jî bi kevir û hêkan êrîş kiribûn.
Di bûyera li ber balyozxaneyê de polêsek ji ber cisma ku li serê wî ket tehl bibû.