Berdevkê Lijneya Alîkariyê ya Penaberên Filistînî (LAPF) ya NYê Chrîs Gunness, daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ji berdestûrnedanê ev 9 rojin, nikarin alîkariyê bigîhînin kampa Yermûkê.
Gunness wiha axivî: "Em ji berpirsyarên Sûriyeyê û yên din heman destûr dixwazin ku bila bihêlin em xurek, derman û alîkariyên mirovahiyê ji gelê sîvîl re belav bikin. Sîvîlên li kampê heta îro gelek êş kişandin. Gîhandina alîkariyê ya sîvîlan gelek girîng e."
Gunness, diyar kir ku ji 18ê çileya paşîn heta 8ê sibatê 6 hezar 500 pakêt malzeme di kampê de belav kirine, lê ev 9 rojin ku nikarin alîkariyê bigîhînin wan.