Ahmet Dursun
03 Adar 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Hat ragihandin, Mihemed Cewad Zerîfê Alîkarê Serokomarê Îranê yê Berpirsê Karûbarên Stratejîk îstifa kir.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê, Zerîfê Alîkarê Serokomar yê Berpirsê Karûbarên Stratejîk nameya îstifaya xwe pêşkêşî Serokomar Mesûd Pizişkiyan kir.
Hat destnîşankirin, Pizişkiyan hê bersiv nedaye nameya îstifaya Zerîf.
Îstifaya Alîkarê Serokomar Zerîf rastî demeke wisa hat ku Wezîrê Aboriyê Ebdunnasir Hîmmetî ji hêla Meclisê ji peywirê hat ezilkirin. Hîmmetiyê ku hat tawanbarkirin ku li hemberî pirsgirêkên aboriyê bêtesîr ma, duh ji hêla Meclisê hatibû ezilkirin.
Zerîf di serdema Serokomarê berê Ruhanî da di navbera 2013-2021ê da peywira Wezîrê Karên Derva cîbicî kiribû û ji mîmarên peymana nukleerê bû ku di 2015an da hatibû îmzekirin. Zerîf di tebaxê da ji hêla Serokomar Pizişkiyan wekî Alîkarê Serokomar yê Berpirsê Karûbarên Stratejîk hatibû tayînkirin.