Mustafa Melih Ahıshalı
03 Adar 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Li eyaleta Sîstan-Belûcistan a li rojhilatê başûrê Îranê li bajarê Îranşehrê bi mezinahiya 5,1ê erdhej çêbû.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, erdheja bi mezinahiya 5,1ê ya ku navenda lerza wê, bajarê Îranşehrê yê eyaleta Sîstan-Belûcistanê ye, bi dema herêmî di saet 09.55an da hat qeydkirin.
Erdhej 28 kîlometre di kûrahiyê da çêbû û hê tu daxuyanî nehatiye dayîn ka ji ber erdhejê ziyaneke canî heye yan na.