03 Tebax 2017•Rojanekirin: 04 Tebax 2017
RAKKA/ANKARA
Piştî ku PKK/PYDya rêxistina terorê li Reqayê malên sivîlan talan kirin, hêzên Amerîkayê yên li Reqayê mecbûr man û midaxele kirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmê hat hildan, milîtanên PKK/PYDê ku Amerîka piştgirya leşkerî dide wan, bi hinceta ku DAEŞê ra têkoşînê dide li gundewariya bakurê Reqayê malên şêniyên bajaroka Tel Semînê talan kirin.
Sivîlan bertek nîşanî rêxistina terorê da û pê ra ketin pevçûnê.
Li ser vê hêzên Amerîkayê yên li herêmê bi wesayîtên zirx va ketin bajarokê.
Hat dîtin ku wesayîtên bizirx û wesayîtên personelan dibin û tînin li bajarokê herêma tampon çêkir.
PKK/PYDê par dawiya salê bajarok ji destê DEAŞê derxistibû, lê rageşiya li bajarokê dewam dike.
PKK/PYDya rêxistina terorê di çarçoveya operasyona dijî DEAŞê da destûrê nade ku kesên ji Reqayê direvin, li bajarên bin kontrola wan bi cih bibin. Rêxistin li ser eraziyan dihêle û zorê dide wan ku bertîlê bidin. Sivîl ji bo ku bikevin bajaran ji xwe ra referans û kefîlan digerin. Sivîlên ku dikevin bajaran jî demekê şûnda dîsa wan ji bajaran derdixin.