Önder Beyter
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Serokê Forûma Ciwaniyê ya Konferansa Îslamê ya Diyalog û Hevkariyê (FCKÎ-DH) Balyoz Elşad Îskandarov diyar kir ku Quds wekî "Paytexta Ciwaniyê ya Alema Îslamê" ya sala 2018an hat ragihandin û wiha xeberda, "Di vê bernameyê da hedefên me yên sereke ew in ku ji çarheqalê alema îslamê ciwan pêl bi pêl bên Qudsê, li Qudsê pîrozweriyên me bi tenê nehêlin û herwiha karakterê îslamî yê Qudsê rasterast bi cih bînin."
Protokola ragihandina Qudsê wekî "Paytexta Ciwaniyê ya Alema Îslamê" ya sala 2018an, li Ofîsa Navenda Forûma Konferansa Îslamê ya Diyalog û Hevkariyê ya li Navenda Bazirganiya Cihanî ya Yeşîlkoyê di navbera Wezîrê Ciwanî û Werzişê yê Filistînê Jibril Rajoub û Serokê FCKÎ-DHyê û Balyoz Elşad Îskandarov da hat îmzekirin.
Îskandarov di merasima îmzeavêtinê da qise kir û got ku yekemîn paytexta ciwaniyê ya alema îslamê di 2016an da Stenbol hat hilbijartin. Îskandarov bal kişand ku di sazkirina bernameya îsal da bajarê Putrajaya yê Malezyayê, Fesa Fasê û herwiha Şîraza Îranê jî mazûvanî kirin. Îskandarov diyar kir ku di encama nirxandinên ji bo sala 2018an da biryar hat standin ku Quds wekî "Paytexta Ciwaniyê ya Alema Îslamê" bê ragihandin.
Îskandarov bal kişand ku xalên wekî, bi destê Îsraîlê binpêkirina mafê mirovan ê filistîniyan, bûyerên dora Mescida Eqsayê û tîj û tundiya dijî mirovên sivîl li ser vê biryarê karîgeriyeke cidî kirin.
- "Armanc ew e ku ciwan pêl bi pêl bên Qudsê"
Îskandarov bal kişand ku bernameyê salekî bidome û wiha xeberda, "Di vê bernameyê da hedefên me yên sereke ew in ku ji çarheqalê alema îslamê ciwan pêl bi pêl bên Qudsê, li Qudsê pîrozweriyên me bi tenê nehêlin û herwiha karakterê îslamî yê Qudsê rasterast bi cih bînin."
Wezîrê Ciwanî û Werzişê yê Filistînê Jibril Rajoub jî ji ber biryarê, kêfxweşiya anî ziman.
Rajoub spasiya xelk û hikûmeta tirk kir ku ji bo Filistînê înîsiyatîf wergirtin.
Piştî merasima îmzeyê Îskandarov tabloyeke ji tûxraya osmanî diyarî Rajoub kir.