İbrahim Atmaca
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
WASHINGTON
Hat gotin ku balafirên şer ên B-1ê yên Amerîkayê di nav hefteya dawîn da du caran li ser Nîvegirava Koreyê ra firîn û çavê rêvebiriya Koreya Bakur tirsandin.
Di nûçeya kanala CNNa Amerîkayê da, ku çavkaniya wê rayedarên Pentagonê ne û nexwastin navê xwe bidin, der heqê çalakiyên ku Amerîka li dijî Nîvegirava Koreyê dike da agahiyan cih girt.
Li gor rayedarên Pentagonê, Amerîkayê cara ewil di 26ê nîsanê da bi 2 balafirên şer ên B-1ê va, roja duşemê jî dîsa bi 2 balafirên şer ên B-1ê va li ser Nîvegirava Koreyê firîn, ev firîn plankirî bûn, lê ji bo ku tansiyon zêde nebe, nehat daxuyandin.
Hat gotin ku di firîna roja duşemê da balafir li Balafirgeha Andersenê ya Guamê ya Amerîkayê rabûn û bi balafirên şer ên Japonya û Koreya Başûr va li ser Nîvegirava Koreyê firîn.