Haydar Şahin
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
XEZE
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) diyar kir ku pêşnûmaya Rêxistina Çand, Perwerde û Zanistê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî ya ku Îsraîlê li Filistînê wekî "hêza dagirker" dibîne bi kêfxweşî pêşwazî dike.
Ebdilletîf el-Kanuyê Berdevkê Hemasê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku biyara UNESCOyê li Qudsê heqîdiakirina Îsraîlê ji holê radike û nîşan dide ku li Qudsê û li erdê Filistînê heqîdiakirina Îsraîlê ya li ser berhemên Îslamî meşrû nîne.
Kanu bang kir ku bira li welatên ereban, alema Îslamê û civaka navneteweyî ji bo xwedîlêderketin û pêkanîna vê bixebitin û hemû çalakiyên ji bo ku Mescida Eqsayê têxin malên cihûyan tên kirin, bidin sekinandin.
Pêşnûmaya biryara bi sernavê "Filistîna dagirkirî" ya ku tê da Îsraîl wekî dagirker tê nîşandan di UNESCOyê da piştî dengdayînê hatibû qebûlkirin.
Di raykirina pêşnûmaya ku bi destê Sûdan, Qetar, Umman, Fas, Libnan, Misr û Cezayirê hat amadekirin da 22 welatên ku di nav wan da Brezilya, Çîn, Rûsya û Swêd jî hene raya qebûlê, 10 welatên ku di nav da DYA, Almanya, Îngiltere, Îtalya û Holanda hene jî raya redê dabûn. 23 welatên ku di nav da Fransa, Japonya, Îspanya û Arjantîn hene raya bêalîbûnê dabûn. Sirbistan, Tirkmenistan û Nepal jî tevlî raydayînê nebibûn.
Di pêşnûmayê da tê gotin ku Quds ji bo misliman, xiristiyan û cihûyan bajarekî pîroz e û hatibû xwestin ku hemû pêkanînên edlî û îdarî yên ku "Îsraîla hêza dagirker" ji bo guherandina avakirin û statuya Qudsa bajarê pîroz dixe rewacê bên betalkirin.