İbrahim Atmaca
05 Îlon 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê der heqê axaftina bitêlefonê ya Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu da daxuyaniya nivîskî da û ragihand ku herdu wezîr li ser Sûriye, Brunson û têkiliyên dualî sekinîn.
Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin:
"Wezîr Michael R. Pompeo îro bi têlefonê ji Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ra axivî û herdu wezîr mutabiq bûn ku heke rejima Esed êrîşî Îdlibê bike, ev nayê qebûlkirin û wê rageşiya li Sûriyeyê zêde bike. Her wiha Wezîr (Pompeo) li ser girîngiya ku berdana Andrew Brunson sekinî. Wezîr û Wezîrê Karên Derva li hev kirin ku seba fikarên hevpar û çareserkirina pirsgirêkan axaftin û hevdîtin dewam bikin."