Ahmet Aydın
05 Îlon 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
HEWLÊR
Li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) cara yekê hefteya nimayişa cilûbergan hatlidarxistin.
Bi piştevaniya Wezareta Çand û Geştiyariyê ya HKIyê li Dîvan Otela li Hewlêrê bi beşdariya 35 dîzaynerê modayê yên ji HKIyê nimayişa cilûbergan hat lidarxistin.
%2F75b95a27-2867-43f8-81b1-913e0d569dda.jpg)
Dîzaynên ku bi giranî motîfên xwemalî tê de hatine bikaranîn ji aliyê 60 modelan ve hat nîşandan.
Çalakiya ku cara yekê li HKIyê hat lidarxistin hejmarek gelek nimayişhez û mêvanan beşdarî tê de kir. Çalakiya ku bi navê "Hefteya Nimayişê" 3 rojan ajot destê êvarê qediya.