16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
CENEVRE
Angelîna Jolîeya Qasida Niyeta Baş a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Ofîsa Cenevreyê ya NYyê de axivî.
Lîstikvana xwedî xelata Oscarê Jolîe di konferansa salane ya Weqfa Sergîo Vîeîra de Mellogot de NY rexne kir, got ku heke hikûmet polîtîkayên xwe biguherînin wê demê NY jî wê biguhere û wiha dewam kir: "NY saziyeke biqusir e, lewra em bi xwe jî xwedî qusir in. Ew jî ji me ne cuda ye."
Lîstikvana amerîkî destnîşan kir şerê navxweyî ya Sûriyeyê ketiye sala xwe ya 7an, li Yêmenê, Somaliyê, Sûdana Başûr û bakurê rojhilatê Nîjeryayê ji 20 milyonan zêdetir mirov ji ber birçîbûnê di nav talukeya mirinê de ne.
Jolîe got ku ji bo herêmên cuda ên dinyayê banga alîkariyê tê kirin lê di hemûyan de jî nîvê alîkariya ku em dixwazin nayê berhevkirin sedema vê jî ew e ku serokatiyeke xurt a navneteweyî tune.
- "Tu kes nabêje NY bê qusir e"
Jolîe anî ziman ku NY ne welatek e, saziyek e û wiha dewam kir: "Tu kes nabêje NY bê qusir e. Ji xwe ne wisa ye jî NY çima hat avakirin, çima hewcedarî bi wê çêbû divê em her tim bi bîr bînin û bi cidî berpirsyarî tevbigerin. NY saziyeke biqusir e, lewra em bi xwe jî xwedî qusir in. Ew jî ji me ne cuda ye. Heke hikûmet polîtîkayên xwe biguherînin wê demê NY jî wê biguhere. Wek welatî em jî ji hikûmetên xwe vê dixwazin."