İbrahim Atmaca
03 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2020
Hat ragihandin ku artêşa Azerbeycanê li Qerebaxa Çiyayî di operasyona seba rizgarkirina axa xwe ya dagirkirî da 2 hezar û 783 şehîd dan.
Wezareta Parastina Azerbeycanê jimara kesên ku di şerê Qerebaxa Çiyayî da şehîd bûn, eşkere kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di pêvajoya şer da 2 hezar û 783 eskerên Azerbeycanê şehîd bûn, 1245 esker birîndar bûn.
Ji eskerên ku şehîd bûne, nasnameya 103 kesan hê nehatiye kifşkirin, ew jî wê li gor analîza DNAyê werin teşxîskirin û seba vê xebat dewam dikin. Li gor daxuyaniyê ji sedî zêdetir esker winda ne, ji bo dîtina wan jî xebat dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku nav û rutbeyên eskerên şehîd wê paşê ji raya giştî ra werin eşkerekirin.
Artêşa Azerbeycanê di 27ê îlonê da operasyon da destpêkirin û piştî ku navenda 5 bajaran, 4 bajarok û 286 gund hatin rizgarkirin, Ermenistanê têkçûn qebûl kir û peyman îmze kir ku wê bajarên Agdam, Laçîn û Kelbecerê jî vekişe.
Artêşa Ermenistanê di 20ê mijdarê da ji Agdamê, di 25ê mijdarê ji Kelbecerê, di 1ê berfanbarê da jî ji Laçînê vekişiyabû.