Ömer Erdem
18 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2026
Hat ragihandin, li Sûriyeyê artêşê, Tebqaya navçeya Reqayê kir bin kontrola xwe û 483 endamên rêxistina terorê YPG/HSDyê bi hêzên ewlekariyê ra ketin peywendiyê ku xwe radest bikin.
Li gorî nûçeya ku SANAya ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê spart Daîreya Operasyonên Artêşa Sûriyeyê, artêşê Tebqaya navçeya Reqayê ya stratejîk bi temamî kir bin kontrola xwe.
Di nûçeyê da hat diyarkirin ku endamên rêxistina terorê YPG/HSDyê yên li navçeyê ji herêmê hatin derxistin.
Daîreya Medya û Ragihandinê ya Wezareta Parastina Sûriyeyê jî eşkere kir ku 483 endamên rêxistina terorê YPG/HSDyê bi hêzên ewlekariyê ra ketin peywendiyê ku ji rêxistinê veqetin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku 181 endamên rêxistinê teslîm bûn.