Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) hevdîtina li Dolmabahçeyê ya ku jê banga çekdanînê derket, erênî dibîne.
Hevserokên DTKyê Hatîp Dicle û Selma Irmakê daxuyaniya nivîskî dan. Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku pêvajo hesas e û ji bo provakasyonan vekiriye.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku peyamên baş hatin dayîn û wiha hat gotin: "Em wek DTK amade ne ku bi her awayî piştgiriyê bidin xebatan."
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Bi hevdîtina ku di navbera lijneya Îmraliyê û rayedarên hikûmet û dewletê da li Dolmabahçeyê hat kirin, 10 xalên ku Ocalan ji bo çareseriyê destnîşan kir derfetên nû dane. Bi vê ra pêvajoya çareseriyê ketiye asteke girîng û krîtîk. Em wek DTK amade ne ku bi her awayî piştgiriyê bidin xebatan. Em bangî hemû gelê xwe û derdorên demokrat dikin ku ji bo pêvajo baş bimeşe, bira xwedî li 10 xalên ku hatin eşkerekirin derkevin."