05 Îlon 2016•Rojanekirin: 06 Îlon 2016
HANGCOU
Gotûbêjên DYA û Rûsyayê yên di mijara şerê navxweyî yê Sûriyê da encam nedan.
Rayedarekî payebilind ê ji Wezareta Karên Derva ya DYAyê destnîşan kir ku di hevdîtina Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry û hevmewqiyê wî yê ûris Sergey Lavrov da encamek derneket û cudahiya nêrîna herdu welatan berdewam e.
Dîplomatên amerîkî û ûris hewl didin ku li Sûriyê di navbera Serokê Dewletê Beşşar Esed û muxalifan da pêşengtiya agirbestekî bikin û rê li ber birina alîkariya mirovî vekin ku bi milyonan sivîl ên mexdûr li bendê ne.
Serokê DYAyê Barack Obama û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê li bajarê Hangcou yê Çînê ku seba zîrveya G-20ê li vir in, bên bal hev.