Mücahit Aydemir
24 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2023
Yochaved Lifshitza dîla Îsraîlî ya 85 salî ku Hemasê ew berdabû, behsa serpêhatiya xwe ya di tunelên li Xezeyê de kir.
Lifshitza yek ji herdu dîlên ku Lîwayên Îzedîn Qesam Baska Çekdarî ya Hemasê duh şevê ew ji Deriyê Gumrukê yê Refahê yê ser sînorê Misrê re berdabû, li Nexweşxaneya Ichilova li Tel Avîvê daxuyanî da rojnamevanan.
Lifshitzê tunelên Lîwayên Qesamê yên li Xeta Xezeyê şibandin "tevna pîrê" û destnîşan kir ku dema li wê derê bûn miemeleya xirab nedîtine.
Lifshitz wiha axivî:
"Pêşî em gihiştin holeke mezin ku 25 kes tê de bûn û piştî çend seatan mirov ji hev veqetandin û xistin odeyên cihê. Doktorek ji me re texsîs kiribûn û ji çend rojan carekê dihat em didîtin. Doktor bi teqez derman bi xwe re dianîn. Em di odeyê de 5 kes bûn li ser serê her yek ji me, pasevanek hebû. Tevgerên wan baş bûn, ji me re eleqedar dibûn."
Lifshitzê got, "(Lîwayên Qesamê) Ji me re gotin ku ew bawermendên Quranê ne û ew ê tu zirarê nedine me. Di nava tunelan de em digel wan di nava heman şert û mercan de bûn. Me jî her wekî wan nan, penêr û xiyar dixwar."
Jê hat pirsîn dema tu hatî berdan te çima destê endamê Hemasê guvaşt? Di bersivê de jina Îsraîlî got, "Miemeleya wan digel me baş bû, hemî pêdawistiyên me dabîn dikirin."