Abdullah Tel
18 Tebax 2020•Rojanekirin: 18 Tebax 2020
Di garnîzoneke nêzî Bamakoya paytextê Maliya ku ji serê meha gulanê vir va lê qeyrana siyasî heye da dengê çekan hat bihîstin û li gor agahiyên hatin bidestxistin wesayîtên eskerî ji bo biçin paytext derketin rê.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda li garnîzona Soundjataya li bajarê Katiya nêzî 15 kîlometre dûrî paytext Bamakoyê ye dengê çekan tê bihîstin û çûn û hatin heye.
Li bajarê Bamakoya ku hemû dikan, sazî û avahiyên dewletê jî girtîne welatî niha ji xwe ra heyrî mane û nizanin çi bikin.
Hat ragihandin wesayîtên eskerî ji Katiyê ber bi Bamakoyê diçin û rêyên ber bi garnîzonê va hatine girtin.
Çavkaniyên ewlehiyê piştrast kirin ku îhtimala derbe tê kirin gelek zêde ye û li ser vê sekinîn.
Li welêt ji serê meha gulanê vir va komên muxalif li dijî Serokomar Îbrahîm Boubacar Keîta çalakiyan li dar dixin.
Komên muxalif gotibûn ku ew ê çalakiyên xwe zêdetir bikin û heta Keîta îstifa neke wê nesekinin.