22 Nîsan 2016•Rojanekirin: 24 Nîsan 2016
HELEB
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Rûsyayê êrîş birin ser Heleba Sûriyeyê û di êrîşê da 10 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Ji rayederên parastina sivîl Îbrahîm Ebû Leys daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku balafirên şer ên Rûsyayê êrîş birin ser Bustan, el-Qesr, Bab Hadîd, Ensar û Meşheda Helebê û got ku di êrîşê da 10 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên li herêmê.