NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Berdevkê Sekreteriya Giştî yê NYyê Eduardo del Buey di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Ki-mun dixwaze ku li herêmê lêkolîneke bêalî, bihurgilî û bilez bê kirin.
Buey diyar kir ku li ser peymana di 13ê Tebaxê de li hev kirine û ji Hikûmeta Sûriyê destûr hatiye xwestin. Ji bo ku li ser van mijaran bê sekinandin, Nûnera Bilind a Karên Neçekdarî ya NYyê Angela Kane dê ji hêla Sekreterê Giştî ve bê wezîfedarkirin û dê here Şamê.
Buey ragihand ku Sekreterê Giştî li bendê ye ku Hikûmeta Sûriyê bêyî ku derengî bixe bersivê bide wan û diyar kir ku ew ji daxuyaniyên birêvebiriya Şamê bi fikar in.
Buey destnîşan kir ku Ban bangî mûxalifên li Sûriyê kiriye ku bila bi NYyê re hevkariyê bikin û wiha got: "Yên ku li ser îdiayê bi fikar in di heman demê de divê rewşeke ku NY wezîfeya xwe baş bike jê re amade bikin û hevkariyê bikin."