Muslimê ku hê li Sûriyeyê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Ez 5 rojan li ber deriyê sînor Pêşxaburê sekînim lê nehîştin. Dema ku min xwest ez ji bo şîna kurê xwe herim berpirsyarên Kurdistanê ji min re gotin ku 'baş e tu dikarî herî. Di cejnê de deriyên sînor vekirîbûn. Lê ez 17ê cotmehê de hatim ber deriyê sînor û dema ku min xwest ku ez derbas bibim, destur nedan. Ez dê ji Iraqê derbasî Ewropayê bibûma, lê nehîştin. Diyar e ku dixwazin astengiyê li ber min derxin. Em ê jî neçar nemînim."
Der heq astengî derxistinê de Muslim got ku: "Ev ne karê Mesûd Barzanî ye, PDK di nav vî karî de ye. PDK van tiştan dike. Ew avakerên PDKê yên ewil in."
Muslim li ser pirsa "çima desturê nadin te?" wiha got: "Sedema vê nabêjin lê em dizanin ku ev bi siyasî ye. Cenevreya 2yemîn nêzîk dibe û ew ji van xebatên me yên dîplomatîk aciz dibin. Ez ne bawer im ku ji ber axaftinên min ên dawîn destur nedane min. Dixwazin ku Ebdulhekîm Beşar (Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd ya Suriyeyê) derxin pêş. Partiya Azadiyê û yên din bi hev ve girêdan û ev xistin komîsyonê. Dixwazin bi zorê tiştan bikin. Mijara koalîsyonê dê li ber yekîtiya kurdan astengiyê derxe."
Muslim diyar kir ku ew desturê bidin jî ew dê neçe Iraqê û wiha got: "Êdî ez ê jî tevgera xwe nîşan bidim û ew bangî min jî bikin ez naçim. Ez dê çareyên din bibînim, bajarên din binihêrim."
Muslim li ser pirsa muxabirê AAyê ya "Guleya kurê min kuşt ji Tirkiyeyê hat tê çi wateyê?" wiha got:
"Min negot guleya kurê min kuşt ji Tirkiyeyê hat. Min di wê axaftina xwe de gotibû ku komên kurê min kuştine ne muxatabên me ne. Yên ku piştgiriyê didin wan, hêzên li pişt wan kî ne? Divê em li wan binihêrin."
Muslim diyar kir ku piştî ku kurê wî di pevçûnê de mir ji Turkiyeyê jî sersaxî dane wî û wiha got: "Peyama sersaxiyê ya birêz Ahmet Davutoglu ji min re gotin. Ji ber kibariya wî min sipasiya wî kir."
Muslim der barê vegera koçberên sûrî yên kurd, yên ku çûne Iraqê de jî wiha axivî:
"Yên ku ewil çûn ji ber sedemên aboriyê çûne Iraqê lê li Iraqê hêviyên ku bendê bûn pêk nehatin. Ji ber vê kurdên sûrî vedigerin. Şert û mercên li vir (Rojavayê) baştir in. Mirin tuneye, pirsgirêka ewlekariyê tuneye. Li bajarên kurdan dikarin bi rehetî bijîn. Wisa ku hin kes ji bajarên din tên ku li bajarên kurdan bijîn. Hin pevçûn çêdibin lê ne li bajaran, li çiyan çêdibin."