Haydar Şahin
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Ji bo qetlîamên ku hêzên çekdar ên Burmayê û keşeyên budîst li dijî mislmanên li Arakanê dikin bên sekinandin bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.
Dr. Mihemed Eyub Xanê çalakvanê ji Arakanê li Tirkiyeyê dijî. Dr. Eyub Xan, bûyerên dawîn ên li herêmê ji nûçegihana AAyê ra nirxandin.
Dr. Eyub Xan li ser rewşa dawîn wiha agahî da:

"Li vê derê zilmeke mezin heye. Qetlîam, tecawiz, şewitandina mirovan her roj dibin... Lêbelê hikûmeta Burmayê destûrê nade ku rojnamevan, saziyên alîkariya mirovahiyê yên navneteweyî û çavdêrên NYê û rojnamevanên herêmî herin vê herêmê."
Xan destnîşan kir ku di sala 2016an da hin ciwanên ku êdî tehemmul nekirin bi dar, şûr û sîlehên ku bi destan çêkiribûn va avêtin ser 3 qereqolên li sînor, hikûmeta Burmayê bi çavê firsendê li vê mêze kir û hemû rêyên ketinê girt û bi ser gund û bajarokan da girt, guh neda zar û zêçan hemû kesên li wir kuştin.
Dr. Xan got li gor qanûnên NYê dibê zextê li ser welatên ku komkujiyê dikin çêkin lê raya giştî ya dinyayê xwe neda ber zexteke li ser Burmayê. Ji ber vê jî qebûl nake ku li Arakanê komkujî hatiye kirin. Xan got, "NY ji pêkanînên li vê derê ra nabêje komkujî, dibêje paqijiya neteweyî."
Xan bal kişand ku li Arakanê 140 hezar kes ji cî û warên xwe hatin kirin, bi plankirî gundên misilmanan tên şewitandin, merivan dixin kampan.